Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanya bi bijîşkên Rojavayê Kurdistanê re civiya

.

 Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê Wes Streeting komeke bijîşkên ji Rojavayê Kurdistanê pêşwazî kir

Wezîrê Brîtanî ku ji Partiya Labour (Kar) e bi rêya Kurds for Labourê li gel hejmarek bijîşkên Kurd kom bû.

Kombûna bijîşkên Kurd bi amadebûna nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yê Britanya Dr. Mihemed Mistafa hat saz kirin.

Piştî kombûnê, Wes di şîvê de mazûvaniya bijîşkên Kurd kir.

Piştî xwarinê Wezirê Brîtanî rewşa sektora tenduristiyê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bijîşkê Kurd wergirt û têbîniyên wan wergirt.

Piştî kombûnê Wes yek bi yek spasiya hemû bijîşkan kir û soz da piştî wergirtina têbîniyên xwe dê careke din bi rêya nûnerîtiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya Brîtanya kombûneke din saz bike.

Kurdistan Haberleri

Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc
Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê