Wezîrê Tendirustiyê bi şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî re civiya

.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê û du rayedarên din ên Wezareta Tendirustiyê, pêşwazî li şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) li dîwana wezaretê kirin.

Li gor agahiyan, Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Giştî yê Planan Dr. Serheng Cambaz û Rêveberê Giştî yê Karûbarên Tendirustiyê Dr. Kawa Xelîl, bi şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ya Ofîsa Iraqê li dîwana wezaretê ya li Hewlêrê civiyan.

Hat zanîn, di civînê de rewşa nexweşiya vîrusa Koronayê, rûbirûbûna qeyranan, amadekariya plana bê ya pêkve xebatê, gotûbêja mekanîzmaya xebatê, hemahengiya zêdetir, bernameya bê ya encamdanê, rêkxistin, reformkirina sîstema data û zanyarî yên nîşanderên tendirustiyê li saziyên tendirustiyê hat axaftin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle