Wezîrê Pêşmerge: 33 hezar û 382 efser, pilebilind û Pêşmerge dê mûçeyên bankê werbigirin

.

 Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl bi minasebeta 3 saliya kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand ew ji bo baştirkirina jîyan û jiyana Pêşmerge û pêşxistina zêdetir ya Kurdistanê kar dikin. Hêzên Pêşmerge bi rêya kontrolên bankî û vekirina hesabên bankî bûye sedema elektronîkirina proseya dabeşkirina mûçeyan, heta niha 33 hezar û 382 efser, pilebilind û Pêşmerge bi awayê kontrolên bankî mûçeyê werdigirin.

Herwaha Şoreş Îsmaîl got: Me du pirojeyên dîrokî yên giring bi dawî anîne, ku destkefteka giring a wezareta Pêşmerge ye, ew jî avakirina yekîneya hesap a serbazî bo hemû Pêşmergeyên Kurdistanê û pirojeya stratejiya berevaniyê.

Wezîrê Pêşmerge eşkere kir ku 3 hezar û 860 Pêşmergeyên xanenişîn ji bo rêveberiya giştî ya xanenişînan a Wezareta Darayî hatine veguheztin û hezar û 860 kes jî ji bo şehîdan ji bo Wezareta Pêşmerge û hêzên 80 û 70 yên nîştimaniya şehîdan hatine veguhestin.

Di berdewamiyê jî de Şoreş Îsmaîl got: “Me rê li ber îsrafê girtiye û me salane nêzîkî heşt milyar dînar vedigere xezîneya hikûmetê. Herwiha me nêzîkî 14 milyar dînar ji bo alîkarî û dermankirina birîndarên şer û vegerandina beşek ji deynên kombûyî yên wezaretê xerc kiriye û plana kar bi rêya elektronîk bi rêya mezintirîn kompaniya ku ji aliyê Amerîka ve tê fînansekirin hatiye amadekirin.

Şoreş Îsmaîl eşkere kir ku hezar û 100 efser û 31 mamostayên leşkerî li zanîngehên leşkerî hatine perwerdekirin, nêzîkî 300 efser û pilebilind ji bo korsên curbicur hatine şandin bo derve û 250 efser jî di korsên zimanê Îngilîzî û Almanî de beşdar bûne.

Şoreş Îsmaîl dibêje: “Me du tabûrên topxaneyên meydanî 1 û 2 û 4 baregehên hevahengiya hevbeş ava kirin, herwiha me bi hemahengî li gel şaneya leşkerî ya Iraqê şaneke ragihandin û hişyariyê ya Pêşmerge ava kir. Lîwayên 19, 21 û 22 û hêzên piştevaniya 1 û 2 ji yekîneyên 70 û 80 hatine ser wezareta me, ku bi giştî zêdetirî 28 hezar efser, pilebilind û pêşmerge ne.”

Wezîrê Pêşmerge dibêje: “Me 9 hezar û 578 Pêşmergeyên kêmendam lêkolîn kirin û ji aliyê Komîteya Bilind a Pizîşkî ve hatin muayenekirin, derket holê ku tenê 4 hezar û 664 kêmendam mûçeya pêwîst werdigirin û bi vî awayî gelek dahat ji hikûmetê re vedigere. Di sê salên borî de, me bernameya danasînê ya sala 2016 û 2017ê vegerandiye, ku zêdetirî 6 hezar kes bû û biryar e di demeke nêzîk de bernameya 2018 û 2019ê vegerînin.”

Herwiha Îsmaîl got: “Ji bo parastina canê Pêşmergeyên me, me eniyên şer û çeperan li seranserê Herêma Kurdistanê beton kirin û %70 karê wan bi dawî hatiye.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive