Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yekkirina ‘hemû yekîneyên leşkerî’ ragihand

.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê da zanîn ku “hemû yekîneyên leşkerî” di bin siya wezaretê de hatine yekkirin.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê daye zanîn ku hemû komên çekdar ên ser bi rayedarên nû yên Şamê, ketine bin siya Wezareta Parastinê.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre ragihandiye:

“Em nûçeya yekkirina tevahiya yekîneyan a di bin siya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bi gelê xwe yê birûmet re parve dikin.”

Her çi qas wezîr di destpêkê de dibêje “hemû yekîne” bûne beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî piştre amaje bi wê yekê dike ku hinek kom jî mane.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre 10 rojan dide wan ku bi Wezaretê re bikevin nava pêwendiyê û eger na ew gefa “girtina rêkarên guncav” li dijî wan dixwe.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre anî ziman:

“Em di nava 10 rojan de tekeziyê li ser pêwîstiya hatina komên çekdar ên din ên biçûk a nav Wezaretê dikin.”

Murhef Ebû Qesre hişyarî jî da û destnîşan kir ku her derengmayînek dê bibe sedem ew li gorî yasayên di meriyetê de rêkarên guncav bigirin.”

Murhef Ebû Qesre amaje bi çarenûsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Amnesty: Îranê rekora sêdaredanê şikand; îsal zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane
Serok Barzanî bangî meleyan kir: Li dijî madeyên hişbir derkevin
Hakan Fîdan: Divê YPG ji herêmên ku Ereb li wan hene vekişe
100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike