Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê pesnê rola Pêşmergeyan da

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto û şandeya pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Guido Crosetto pesnê rola Herêma Kurdistanê ya li herêmê daye.

Li gorî daxuyaniyê, Guido Crosetto diyar kiriye ku “Pêşmergeyan di têkbirina DAIŞê de roleke girîng gerandiye.”

Hat ragihandin ku mijarên wekî, “pêwendiyên Îtalyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, alîkariyên leşkerî yên ku Îtalya pêşkêş dike, rola hêzên Îtalyayê ya di têkoşîna bi DAIŞê re de, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya jinûvezindîbûna DAIŞê” hatine nirxandin.

Serokatiyê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya ku di hemû qadan de û bi taybetî jî ji bo şerê bi DAIŞê re dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê dixwaze alîkariyên hevbeş bi pêş bixe û ewlehî û aramiya herêmê bê parastin.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide