Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê li Hewlêrê ye

.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto gihîşt Hewlêrê û ji Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya piştî serdana xwe ya li Bexdayê hat Hewlêrê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Şako Osman ji Rûdawê re got:

"Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê dê li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li ser çaksaziyên ji bo hêzên Pêşmerge bicive û çend mijarên din jî gotûbêj bike."

Şako Osman da zanîn ku  Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê dê biçe serdana leşker û şêwirmendên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê herî dawî 2ê Gulana 2023yan hatibû Herêma Kurdistanê kiribû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû.

Îtalya endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye û piştgîriya hêzên Pêşmerge dike.

Şêwirmendên Îtalyayê yên leşkerî li Herêma Kurdistanê û Îraqê Pêşmerge û leşkerên Îraqê perwerde dikin.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê