Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevpeymaneke binirx e

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de, li paytext Waşingtonê, ligel Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê Doug Burgum civiya.

Di civînê de, li ser pêşxistina pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, û herwiha guherîn û pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê rawestiyan û guftûgo kirin.

Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, Herêma Kurdistan hevpeymaneke binirx a Amerîkayê ye. Herwiha kêfxweşiya xwe nîşan da bi bihêzbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel kompaniyên Amerîkî û got, "Ev yek beşek ji siyaseta hikûmeta Amerîkayê ye ku enerjî ji bo aştî û xweşguzeraniya gelan bê bikaranîn."

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya Amerîkayê dûpat kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistan, weke her carê, dê bibe faktoreke aştî û aramiya li Iraq û navçeyê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle