Wezîrê Navxwe: Êrîşa li ser deriyê Pêşabûrê binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê bû

.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li xala sînorî Pêşabûrê bi destdirêjî bi nav dike.

Wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed got ku êrîşên ser sînorê Pêşxabûrê îhlala desthilata Herêma Kurdistanêye. Rêber Ahmed di civîna çapemeniyê de behsa êrîşa 15 ê kanûnê kir ku êrîş kiribûn ser deriyê sînor yê Pêşxabûrê. Wezîr Rêber Ahmed weha got:

“Êrîşa ser deriyê Pêşxabûrê îhlala desthilata Herêma Kurdistanêye. Ev êrîş di heman wextê de li ser milên hêzên ku Rojava kontrol dikine. Em ê jiyana xelkê sîvîl nekin talûkê. Divê ji ewlehiya sînor re rêz bêgirtin.”

Di 15 ê kanûnê de hêzên PKK ê êrîş biribûn ser sînorê Sêmalka Pêşxabûrê. Berpirsê sînorê Pêşxabûr Şewket Berbûharî ragihandibû ku armanca êrîşa PKK ê kirina tevliheviyê ye, ji bo xerabkirina rewşa Herêma Kurdistanêye û berlêgirtina berjewendiyên Kurdên Rojavaye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle