Wezîrê karên derve yê Erebistana Saûdiyê Şamê ziyaret kir

.

Têkiliyên navbera Erebistana Saûdiyê û Sûriyê ji sala 2011an heya niha ji hev qut bûn. Lê niha car din di navbera her dû welatan de têkilî destpêkirin û di wê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Erebistanê Prens Faysal b. Ferhan bi awayekî fermî seredana Şamê kir. Ferhan li Şamê bi serokê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin kir.

Bi sedema têkiliyên di navbera Îranê û Erebistanê de qut bûbûn û Îran destekê dida Sûriyê, ew têkiliyên ku dewam nedikirin, piştî hevdîtinên li Pekînê car din destpêkir. Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANA yê, Esed di wexta hevdîtinê de gotiye ku divê pêwendiyên navbera Sûriyê û Erebistanê saxlem bin. Esed pesnê Erebistanê daye ku Erebsitan di siyaseta xwe ya derve de rasteqîneye û ev siyaseta Erebistanê ne tenê ji bo her dû welatan lê ji bo alema Erebî û herêmê bi fêde ne.

Li gor ragihandina ajansa AFP ê; wezareta karên derve ya Sûriyê di daxwuyaniya xwe de gotiye:

“Esad û Prens Faysal ji bo destekê bide vegera Sûriyê ya sefên welatên Erebî, ji bo çareseriya mesele û li ser pêngavên ku bavêjin axifîne. Amadekirina şert û mercên dagera koçberên Sûriyê û kesên ku ji ser warên xwe derketine û erdheja ku li Sûriyê çêbû û alîkariyên ku dinyayê ji wan re şandine, divê bigihên temamê deverên Sûriyê û ev babet jî ya wan bû ye ku li serê axifîne.”

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike