Wezîrê Derve yê Sûriyê piştî 12 salan serdana Misrê kir

.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad piştî 12 salan cara yekemîn bi serdaneke fermî çû Misrê û ji aliyê aliyê Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî ve hate pêşwazîkirin.

Îro Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana paytexta Misirê bajarê Qahîreyê  kir û bi Wezîrê Derve yê wî welatî Samih Şukrî re civiya.

Armanca serke ji bo vê serdanê başkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de ye.

Ev serdan di demekê de ye ku meha derbasbûyî û piştî erdhejê, Wezîrê Derve yê Misirê serdana Şamê kiribû û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiyabû. Samih Şukrî herwiha di wê serdana xwe de li avahiya Wezareta Derve ya Sûriyê bi Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel Miqdad re jî civiyabû.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve ku di sala 2011an de destpê kir, ev yekem serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê bo Misirê ye.

Tê çaverêkirin ku piştî Cejna Remezanê Serokê Sûriyê Beşar Esed û Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî bicivin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’