Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Iraqê kir

.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ligel şandeke bilind a welatê xwe gihîşt Iraqê û dê bi her sê serokatiyên Iraqê re bicive. Ji  Duşemê ve civînên wî dest pê dikin û tê çaverêkirin, lihevkirin di navbera Bexda-Moskowê de bê îmzekirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf roja Yekşemê 5ê Sibatê ji Rûdawê re ragihand, "îşev Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi serdanekê digihe Iraqê û şanda pê re ji kesên dîplomat, nûnerên kompanyayên petrol û gazê û hilberîneran pêk tê."

Sehaf got, "karê sereke yê Wezareta Derve ya Iraqê vekirina deriyê Iraqê di rûyê hemû dostan de û bihêzkirina peywendiyan ligel welatên derdorê ye."

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir, Lavrov sibe Duşemê çalakiyên xwe li Bexdayê destpê dike û dê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Fuad Hisên re jî bicive.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle