Wezîrê Derve yê Iraqê: Êrîşkirina ser xaka Iraqê nayê qebûlkirin

.

Wezîrê Derve yê Iraqê got, “Êrîşkirina ser xaka Iraqê nayê qebûlkirin.” Her wiha amaje bi wê yekê kir ku nabe ti grûp û rêxistin axa Iraqê ji bo êrîşkirina welatên cîran bikar bînin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Çarşemê 7ê Berfanbara 2022an li Emman a paytexta Urdinê di kongreyeke rojnamevanî ya bi hevtayên xwe yên Misir û Urdinê de li ser êrîşên Tirkiyê û Îranê yên ser Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi hikûmetên van welatan re berdewam di nava diyalogê de ne.

Fuad Husên anî ziman, “Hin ji van pirsgirêkan vedigerin demên berê. Hinek pirsgirêkên din jî hene, wek hebûna rêxistinên siyasî di nav axa Iraqê de.”

Fuad Husên ragihand, “Em pabendî Destûra Iraqê ne ku rê nade ti rêxistin axa Iraqê ji bo êrîşkirina welatên cîran bi kar bîne lê di heman demê de êrîşkirina ser xaka Iraqê jî nayê qebûlkirin. Divê ev pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin.”

Fuad Husên di beşeke din a axavtina xwe de li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Tirkiyê û Îranê re anî ziman, “Em bi hikûmetên her du welatan re berdewam di peywendiyê de ne ji bo ku em bigihin çareseriyekê ji bo parastina serweriya Iraqê. Her wiha divê rê neyê dayîn ku rêxistin li dijî welatên cîran ti çalakiyan bikin.”

Ev gotinên Fuad Husên di demekê de ne ku Tirkiyê û Îranê ji destpêka îsal ve gelek caran hin navend û deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin