Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike

.

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan dê ji bo beşdariya di Foruma Dîplomasî de serdana bajarê Antalya yê Tirkiyê bike.

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi beşdariya rayedarên çendîn welatên cîhanê, dê di navbera 11-13ê Adarê de bê lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de hat zanîn ku Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan jî ji bo beşdariya di wê forumê de serdana Tirkiyê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenistanê Vahan Hunanyan ev zanyarî piştrast kiriye.

Serdana Mîrzoyan bo Tirkiyê piştî gavên asayîkirina peywendiyên di navbera her du welatan de tê.

Mîrzoyan: Hevdîtina duyemîn erênî bû

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan civîna duyemîn a nûnerên taybet ên her du welatan ku di 24ê Sibatê de li Viyanayê di çarçoveya pêvajoya normalîzasyona Tirkiye-Ermenîstanê de pêk hat nirxand.

Mîrzoyan anî ziman ku ew hevdîtina duyemîn a nûnerên taybet ên Ermenistan-Tirkiyê ku li Cenevê pêk hat, erênî dibîne.

Di 24ê Sibatê de Nûnerê Taybet ê Tirkiyeyê Serdar Kiliç û Nûnerê Taybet ê Ermenistanê Ruben Rubinyan li Viyennayê hevdîtina xwe ya duyemîn pêk anîn.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN