Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger koça dawiyê kir

.

Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka Henry Kissinger di temenê 100 saliyê de koça dawiyê kir.

Grûpa Kissinger Associates ragihand, Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Henry Kissinger li mala xwe ya li Connecticut koça dawiyê kir.

Kissinger bi endezyariya siyaseta derve ya Amerîka û dubare avakirina pêwendiyên di navbera welatan de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê zanîn.

Kissinger di salên 1970-an de, roleke bibandor di nêzîkbûna Amerîkayê ji Rûsya û Çînê de lîst û di sala 1973an de ji ber hewlên wî yên ji bo pêkanîna agirbestê li Vîetnamê, xelata Nobelê ya aştiyê wergirt.

Kissinger di dîroka Amerîka de yek ji navdartirîn wezîrê derve tê dîtin, ku di navbera 1969 û 1977an de rolek girîng di siyaseta derve ya wî welatî de lîst.

Kissinger, heta kêliyên dawî yên jiyana xwe weke siyasetmedarekî xwedî ezmûn dihat dîtin û gotarên wî yên li ser siyaseta Amerîka û cîhanê di çapemeniyê de dihatin weşandin.

Mijara dawî ya ku Kissinger behsê kiriye, şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bû, wî ew êrîş bi destdirêjiya li ser Îsraîlê binav kir û hişyarî ji berfirehbûna wê êrîşê li herêmê da.

Henry Kissinger di 27ê Gulana 1923an de li Almanyayê jidayik bû, ji ber gefên Naziyan, tevî malbata xwe koçî Amerîkayê kiribû. Di sala 1943 de hemwelatîbûn wergirt û piştre di Artêşa Amerîkî de xizmet kir.

Kissinger ku di destpêkê de endamê Partiya Demokrat bû û piştre jî bû Komarî, xewna wî ya bibe serokkomar hebû, lê ji ber ku li Amerîkayê jidayik nebûbû, xewna wî pêk nehat.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de