Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser rewşa Mihabadê daxuyanî da

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken êrîşên Îranê yên li ser xwepêşanderên Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê nîgeraniya xwe anî ziman.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê bikaranîna çekên giran û tundiya Îranê li dijî xwepêşanderên Kurd ên li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mehabadê daxuyaniyek da.

Hêzên Îranê di rojên borî de bi çekên giran derbasî nav bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bûn, elektrîk li ser bajêr qutkirin û berdewam dengê teqeyan tê bihîstin.

Di vîdeoyên ku li ser torên civakî ji aliyê rêxistinên mafên mirovan bi raya giştî re hatine parvekirin de, tê dîtin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê rasterast gule li xwepêşanderên Kurd direşînin, polîsan çek û teqemenî li dijî xwepêşanderan bikar tînin û elektrîka bajêr hatiye qutkirin.

Li bajêr tenê di rojekê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, li bajêr dengê teqînan jî tê bihîstin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê derbarê Mehabadê de daxuyaniyek da.

Blinken got, “Em gelekî nîgeran in ku rayedarên Îranê bi taybetî li bajarê Mihabadê tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan zêde kirine. Em li pey berpirsên tundûtûjiyê ne û piştgiriya gelê Îranê dikin.”

.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî di daxuyaniyekê de ragihandibû Supaya Pasdarên Îranê hejmareke zêde ya hêzên çekdar ji binkeya Urmiyê ber bi Mihabadê ve şandine.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt