Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Swêd û Fînlandiya sozên dane cîbicî nekirine

.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag diyar kir, Swêd û Fînlandiya sozên dane cîbicî nekirine û heta niha tu kesek radestî me nekirine.

Li gor Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ji kanaleke televizyonê ya Tirkiyê re axivî û da zanîn, mercê Tirkiyê yê ji bo Swêd û Fînlandiya bibin endamê NATOyê ew e, di mijara tekoşîna li dijî terorê de piştgiriya Tirkiyê bikin. Eger ev daxwaza Tirkiyê neyê pejirandin, em piştgiriyê nadin endamtiya wan ya NATOyê.

Bekir Bozdag eşkere kir, heta niha Fînlandiya û Swêd sozên dane cîbicî nekirine û tu kesek radestî wan nekirine, berovajî wê yekê, niha piştgiriya her du welatan ji bo PKK û Tevgera Gulen berdewam dike.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê destnîşan kir, meha bê şandeke her du welatan wê serdana Tirkiyê bikin û ew ê mijara radestkirina wan kesan gotûbêj bikin.

Bozdag eşkere kir, ew li bendê ne Fînlanda û Swêd sozên dane Tirkiyê cîbicî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiye ji Fînlanda daxwaza heft kesan ku sê ji wan endamên PKKê û çar jî yên Tevgera Gulene dike. Herwiha ji Swêdê jî daxwaza 33 kesan dike.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin