Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê: Êrîşên li ser hêzên Amerîkî, mijareke siyasî ye

.

Di 2 rojên borî de 3 caran êrîş li baregehên leşkerî yên ku şêwirmendên Amerîkî lê ne, hatine kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê êrîşên vê dawiyê yên li ser baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraqê, bi mijareke siyasî bi nav dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad di daxuyaniyekê de ragihand, Iraqê êrîşên vê dawiyê yên li ser baregehên leşkerî, pêwendiya wan bi vekişîna hêzên biyanî ve nîne, lê belê mijareke siyasî ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê got jî: “Ew baregeh di bin serperiştiya artêşa Iraqê de ne û tenê hejmarek ji şêwirmendên leşkerî yên hevpeymanan lê ne.”

Cuma Inad tekez kir jî, pêwîstiya artêşa Iraqê bi hebûna şêwirmendên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Ev daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê piştî wê yekê tê, di 2 rojên borî de 3 caran êrîş li baregehên leşkerî yên ku şêwirmendên Amerîkî lê ne, hatine kirin. 2 caran êrîş li baregeha Victoria ya li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê û carekê jî li ser baregeha Eyn Esed a li Enbarê hatin kirin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin