Wezîrê Berevaniya Îtalya geheşt Herêma Kurdistanê

.

 Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Guido Crosetto bi rêya Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Îro Sêşemê 2ê Gulana 2023an, Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Guido Crosetto bi serdaneke fermî gihîşte Herêma Kurdistanê û wisa biryar e li gel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Biryare, Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Guido Crosetto di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive û serbaz û şêwirmendên artêşa welatê xwe bibîne.

Îtalya yek ji wan welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye û hejmarek ji şêwirmendên wan yên serbazî li Herêma Kurdistanê û Iraqê rahênan bi Pêşmerge û serbazên Iraqê didin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan