Wezîra Derve ya Almanyayê: Ne pêkan e Komkara Erebî hovîtiya Beşar Esed piştguh bike

.

Wezîra Derve ya Almanyayê di wê baweriyê de ye ku piştî vegera Sûriyê bo Komkarê, ne pêkan e Komkara Erebî hovîtiya Serokê Sûriyê Beşar Esed piştguh bike.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock duhî Çarşemê li Doha paytexta Qeterê, piştî hevdîtina ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî ragihand, civaka navdewletî di gelek biryaran de eşkere kiriye ku Serokê Sûriyê Beşar Esed hovîtî li dijî gelê xwe kiriye  û nabe ev yek were piştguhkirin.

Baerbock ku endamê Partiya Keskan e got, nabe asayîkirina pêwendiyan bi Sûriyê re were kirin, bêyî ku gavên pêwîst ji bo gelê Sûriyê bêne avêtin. Destnîşan kir jî, pêwîst e nêzîkatiyek “gav bi gav” were kirin.

Baerbock beriya ku ji Almanyayê ber bi herêma Kendavê ve biçe, got ku “her gavekeke nêzîkbûnê ber bi Esed ve, divê bi tawîzên berbiçav ji aliyê Esed ve girêdayî be. Her wiha hişyarî da, nabe Esed li hember “binpêkirinên metirsîdar ên derbarê mafên mirovan de kirine” bê xelatkirin.

Ev daxuyaniya Wezîra Derve ya Almanya di demekê de ye, Piştî 12 salan, Sûriye roja 7ê Gulana 2023an ji bo Komkara Erebî hat vegerandin.  Sibe roja Înê, paytexta Erebistana Siûdî Riyad dê pêşwaziya lûtkeya Komkara Erebî bike û Esed jî tê de beşdar bibe.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan