Wezîra Derve ya Almanyayê daxwaza azadkirina Demirtaş kir

.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di civîna demsala payîzê ya Parlamentoya Ewropayê de axivî û got, Selahattin Demirtaş û Osman Kavala ji ber sedemên siyasî hatine girtin û ji Tirkiyeyê xwest wan serbest berde.

Annalena Baerbock da zanîn ku girtina Demirtaş ne yasayî ye û divê hikûmeta Tirkiyê wî siyasetmedarê Kurd berde. Herwiha Baerbock li ser girtina bazirgan û çalakvanê tirk Osman Kavala jî got ku Kavala jî ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û divê were berdan.

Wezîra Derve ya Almanyayê li ser mijarê wiha axivî:

“Berpirsên Tirkiyê daxwaza dadgehê ji bo azadkirina Osman Kavala paşguh dixin, ew kesê ku dadgehê girtina wî wek siyasî bi nav dike, belê, baş e vê dawiyê rê hatiye dayîn serdana wî bê kirin. Lê bi vê re nabe li çepikan bidin, ji ber ku nabe Osman Kavala di zindanê de be. Bi awayekî zelal, ji bo welatên vê parlamentoyê nayê qebûlkirin ku kesekî ji ber sedemên siyasî bixin zîndanê. Lewra Komîteya Wezîran çend tedbîr li dijî Tirkiyê wergirtine. Careke din ji berpirsên Tirkiyê em daxwaz dikin Osman Kavala azad bikin. Herwiha Selahattin Demirtaş azad bikin. Herwiha dadgehê biryar daye ku bi awayekî neyasayî hatine girtin.”

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin