Wezîra Berevaniya Almanya: Min zanyariyên pir giring wergirtine ku bibim Almanyayê

.

 

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê ya kabîneya nû ya hikûmeta federalî Christine Lambrecht, di duyemîn serdana xwe ya derveyî welat de, îro 9ê Çile hat paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Christine Lambrecht piştî pêşwazî û hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana baregeha leşkerên Alman a li Herêma Kurdistanê kir.

Lambrecht di civîneke rojnamevanî de kêfxweşiya xwe ji ber têkoşîna dijî terorê ya  hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan da û got, “Şerê DAIŞê bandorê tenê li herêmê nake, herwiha bandora wê li ser hemû cîhanê ango li ser me hemûyan çêdibe.”

Wezîra Alman bal kişand ser ku hîn şerê dijî DAIŞê bidawî nebûye, wê piştevaniya bo hêzên Pêşmerge berdewam bike: “Ji ber ku geşedanên li herêmê bandorê li Almanyayê jî dikin. Divê bi eşkereyî em bibêjin ku hîn şer bidawî nebûye û gefa DAIŞê xelas nebûye. Helbest serkeftin hatin bidestxistin, lê hê jî encama dawî nehatiye standin.”

Lambrecht destnîşan kir ku ew dê wekî Almanya heta tekbirina heta hetayî ya DAIŞê beşdarî wê têkoşînê dibin û got, “Di vê serdanê de hevdîtinên min ên girîng çêbûn. Gelek agahiyên girîng ên fêr bûm û bi xwe re bibim Almanyayê hene.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin