Wezîra Alman negotiye ‘Bila HSD/YPG çekan deyne’: Daxwaza dabînkirina ewlehiya Kurdan kiriye

.

Medya Tirk doh Şemiyê îdia kiribû ku Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de gotiye, divê HSD/YPG li Sûriyê çekan deyne û hêzên xwe yên leşkerî hilweşîne.

Ev îdiaya ku karvedan bi xwe re anî derket holê ku nerast e û Wezîra Alman di hevdîtina Hakan Fîdan de daxwaziyên xwe yên bo dabînkirina ewlekariya Kurdên Sûriyê aniye ziman

Baerbock, ji bo hêzên milîs ên Artêşa Niştimaniya Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê û Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) daxwaza yekxistina wan komên çekdar di nav artêşekê de kiriye, lê hêzên Kurd tevlî nekiriye, ango behsa wan nekiriye.

Li gorî çavkaniyan ne pêkan e hêzên Kurd ên di bin banê HSDê de werin hilweşandin û ji niha ve jî diyar bûye ku dê parastiya rojhilatê Firatê ew bikin.

Li gorî medyaya Alman jî Baerbock, dûrî îdiayên medya Tirk ji Hakan Fîdan re gotiye, “Ji bo dahatuyeke bi ewle ya Sûriyê, bi taybetî ewlehiya Kurdan şert e. Bihîstina vê ji Hakan Fîdan gelekî baş bû.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide