Wezaretê bersiv da: Nivîsên Kurdî çima hatin jêbirin?

.

Wezareta Veguhastin û Jêrxaneyê ya Tirkiyeyê ragihand, nivîsên trafîkê yên bi Kurdî ji ber ku ne “li gorî standartan bûne hatine jêbirin.”

Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê nivîsên trafîkê yên bi Kurdî hatibûn jêbirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê jêbirina nivîsên trafîkê yên bi Kurdî bi pirsenameyekê ji Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu pirsî.

Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu bersiva pirsenameya Berîtan Guneşê da û ragihand, nivîsên Kurdî ji ber ku “li gorî standartan nehatibûn nivîsandin hatine jêbirin.”

Uraloglu di bersiva xwe de got:

“Li gorî xala 6emîn a rêziknameya Yasaya Trafîkê ya Rêyan, tabelayên îşaretan ên trafîkê, îşaretên bi çira û deng li cihên pêwîst, îşaretên erdê û îşaretên din ên trafîkê li gel saziyên pêwendîdar ên çêkirin û baştirkirina rêyan tê amadekirin, bicihkirin û berdewamkirin.

Li dijî standart, wate, rêkarên nivîsê û teknîka bicihkirinê ya rêyan ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rêyan ve hatine diyarkirin kar û kiryar nayên kirin.

Rêveberiya Giştî ya Rêyan standart û teknîka kiryaran kontrol dike.

Kêmasî û cudahiyên ku hatine tespîtkirin, dema ku ji aliyê pêwendîdaran ve neyên rastkirin ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rêyan ve û dema pêwîst kir bi hevkariya zabitayan tên jêbirin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle