Wezareta Peşmerge: Washington alîkariya serbazî bo Pêşmerge dike

.

 Wezareta Pêşmerge ragihand, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Berpirsê Tîma Asayîşê ya Artêşa Amerîka yê li Herêma Kurdistanê li ser gihandin û dabeşkirina alîkariyên serbazî gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro çareşemê 6ê Tîrmeha 2022yan, Serokerkan Îsa Uzêr pêşwazî li Berpirsê Tîma Asayîşa Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Colonel Sanborn û şanda pê re kir.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, Colonel Sanborn kurteyek li ser navenda operasyona hevbeş û çawaniya karûbar û erkên wê navendê pêşkêş kir, herwiha bi girîngî behsa projeyên çaksazî û Wezareta Pêşmerge kir.

Herwiha Sanborn diyar kir, ew alîkariya projeya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge dikin, ezmûna şêwirmendê xwe jî bi awayekî profesyonel di vî warî de digihînin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, şanda Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge behsa çawaniya gihandin û dabeşkirina alîkariyên serbazî kirin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge tekez kir, hêzên Pêşmerge bi rêya rahênan û perwerdeyên berdewam, ast û şiyanên wan ên serbazî tên bilindkirin û ji bo vê mebestê jî Serokerkanî li ser bingeha teoriyên serbazî yên nû yên rahênanê, nexşerêyeke nû bi hevkariya şarezayên warê rahênanê yên hêzên Hevpeymanan amade dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle