Wezareta Pêşmerge: Heta Adarê hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge dibin yek

.

Cîgirê Wezareta Pêşmerge Ebdulxaliq Babirî ragihand ku proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bo hêzên Pêşmerge berdewam dike.

Ebdulxaliq Babirî îro 30yê Çileyê di civîneke rojnamevanî de li Hewlêrê diyar kir, “Proseya yekxistina hêzên Pêşmerge bilez didome. Heta meha Adara îsal, hêzên 70 û 80 dê bikevin bin kontrola Wezareta Pêşmerge û heta niha jî 6 firqe hatine birêxistinkirin.”

Babirî got: “Li gorî plana Hevpeymanan, divê heta sala 2026an hêzên Pêşmerge bên yekkirin û em pêşbînî dikin ku ji wê demê zûtir ev prose bi dawî bibe.”

Cîgirê Wezareta Pêşmerge da zanîn: “Heya niha ti biryarek nîne hêzên Zêrevanî bikeve bin desthilata Wezareta Pêşmerge, ji ber ku karê wan cuda ye û girêdayî Wezareta Navxwe ne.”

Herwiha Babirî got: “Alîkariya hevpeymanan berdewam e û ti biryarek derbarê rawestandina alîkariyên hevpeymanan bo Pêşmerge negihîştiye me.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide