Wezareta Perwerdê rêkeftinek bi Peymangeha Goethe ya Almanî re îmze kir

.

Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, rêkeftinek ligel Peymangeha Goethe ya Almanî di warê pêşvebirina perwerde û fêrkirinê de îmze kirine.

Wezareta Perwerdê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, îro 10ê Gulana 2022yan, Wezîrê Perwerdê Alan Hemeseîd Salih tevî Rêveberê Giştî yê Dîwan û Rêveberê Giştî yê Amadehî û Pîşeyî yê li Wezareta Perwerdê, pêşwazî li Balyozê Giştî ya Almanyayê  Klemens Semtner û Rêvebera Peymangeha Goethe Anais Boelicke û şanda ligel wan kir.

Di berdewamiyê de eşkere kir, ligel şanda Almanî tekezî li bihêzkirina pêwendiya navbera her du aliyan kirine, bi taybetî di warên pêşvebirina perwerdehî û fêrkirinê û pêşvebirina dibistanên Almanî yên li Herêma Kurdistanê.

Herwiha Wezareta Perwerde destnîşan kir, rêkeftina ligel Peymangeha Goethe ya Almanî ji bo çar salan hatiye îmzekirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin