Wezareta Perwerdê proseya dersên bijarte heta 7ê Sibatê dirêj kir

.

 Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, ji ber rewşa nerênî ya keşûhewayê, proseya dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022an dirêj kir.

Li gor proseya berê, dema dersên bijarte heta 21ê Çileyê bû û ev çend roj in ku li piraniya parêzgehan dibistan hatine girtin û xwendekaran nikarîbûn dersa dixwazin hilbijêrin û li ser medya civakî bi heştaga #seçmeliderssuresiuzasın dirêjkirina proseyê ket rojevê.

Li ser vê yekê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê jî biryar da ku ji ber rewşa neyînî ya keşûhewayê, proseya dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022an bê dirêjkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle