Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Hin kesan di nav stadyumê de provokasyon kirine

.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser lîstika Amedspor û Bursasporê de daxuyaniyek belav kir û got, hin kesan di nav stadyumê de provokasyon kirine û derbarê kesên pêwendîdar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, do tîma Amedspor li Diyarbekirê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama 2-0 bi ser ket.

Li gor zanyariyan, di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek kesan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin, herwiha hin kes jî bi tîşortên wêneyê keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê de li Tehranê can dabû, li stadyumê amade bûbûn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştî lîstikê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, hin kesan di nav stadyumê de provokasyon kirine û derbarê kesên pêwendîdar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya di derbarê mijarê de wiha got: “Tevî hemû tedbîrên ewlehiyê yên di maça ku danê êvarê li Diyarbekirê hat lîstin de, bi wêneyên ku bi pêçandina laşê xwe avêtin stadyumê, provokasyonek giran hat kirin. Kesên ku dixwazin sporên bi naveroka provokatîf jehrî bikin, di bin tu şert û mercan de îmkan nayê dayîn. Ji bo provokasyonê mudaxeleyên pêwîst hatin kirin û derbarê kesên eleqedar de demildest lêpirsîn hat destpêkirin.”

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin