Wezareta Navxwe: PKK bûye beşek ji planên navçeyê yên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê

.

 Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê nûçeyeke xapînok a PKKê de belav kir û tê de ragihand, “PKK bûye beşek ji planên navçeyê yên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Medyaya ser bi PKKê ve nûçeyeke xapînok belav kiriye ku hêzên Pêşmerge li devera Amêdiyê êrişa wan kiriye. Li vir em ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû kurdistaniyên li seranserî cîhanê re radigihînin ku îro danê nîvro 24/1/2024, çekdarên PKKê bi dehan kîlometran dûrî sînorê Tirkiyeyê li devera Amêdiyê, bêyî rêzgirtin ji saziyên fermî û destûrî yên Herêmê re, zêdegavî li ser xaleke hêzên Zerevanî kiriye û piştre jî bi mûşekan êrişî heman xala kontrolê kirin û Hêzên Pêşmerge jî ji çeperên xwe ve, berevanî li xwe kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev hewldana çekdarên PKKê di çarçoveya wê êrîş û kiryarên têkderane de, bi armanca têkbirina ewlekarî û aramiya Herêmê ye. Mixabin ew bûne beşek ji planên navçeyê yên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê.”

Wezareta Navxwe tekezî li ser wê yekê dike: “Herêma Kurdistanê nabe meydana yekalîkirina kêşeyên navçeyê û em piştevaniya hemû hewl û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştî û aramiyê dikin, lê belê mafê berevaniyê ji bo hêzên me parastî ye û em bi tundî li dijî her hewleke armanckirina qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî radiwestin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle