Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Nêzîkî 30 hezar Îraqî li kampa Holê ne

.

 Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, hejmara welatiyên Iraqî yên li kampa Holê li parêzgeha Hesekê ne eşkere kir.

Wezaretê di daxuyaniyê de da zanîn, nêzîkî 30 hezar Îraqî li kampa Holê ne, 20 hezar ji wan zarok in û got: “Hiştina wan li wir şaşîtiyeke mezin e. Divê kar li ser vegerandina wan bê kirin û ji bo rê li ber bikaranîna wan ji aliyê teroristan ve bê girtin.”

Herwiha ajansa fermî ya Iraqê li ser zarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Kerîm Nûrî eşkere kir: “Iraqê komîteyeke ewlekarî ava kirin ji bo lêkolînê di dosyayên Iraqiyên ku li kampê ne de bike.”

Kerîm Nûrî destnîşan kir, wan pêştir 453 malbatên ku dosyayên wan pak in vegerandine kampa (1) ya Ceda li parêzgeha Nînewayê, do jî 24 malbatên nû vegerandin parêzgeha Enbarê. Beriya wê jî 74 malbat ji kampê hatibûn vegerandin.

Kerîm Nûrî diyar kir, bernameyeke berfireh ji bo vegerandina wan nava civakê bi hevkariya rêxistinên navdewletî, komîteyeke ewlekarî ya operasyonên hevbeş, Ajansa Ewlekariya Niştimanî, Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî û Wezareta Koçberiyê heye û her kesê ku pêwendiya wî bi DAIŞê re heye, nayê vegerandin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN