Wezareta Karên Navxwe: Komên girêdayî Heşdî Şebiyê êrişan pêk tînin

.

 Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser êrişê ku demên dawiyê çêdibin da zanîn ku “Hinek komên girêdayî Heşdî Şebiyê êrişan pêk tînin.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hinek dezgehên medyayî yên fermî yên Îranê de hatiye belavkirin ku "Xwedê giravî şeva borî li Hewlêrê bi drone êrişî baregeheke bi ser Îsraîlê ve hatiye kirin."

"Ev nûçe şaş in û ji rastiyê dûr in”

Wezareta Karên Navxwe hemû ew nûçe û îdia red kirin û diyar kir:

"Ev nûçe şaş in û ji rastiyê dûr in. Ne baregeheke Îsraîlê li Kurdistanê heye û ne jî operasyoneke bi vî rengî hatiye encamdan."

Wezareta Karên Navxwe di beşeke din a daxuyaniyê de, rastiya bûyerê eşkere kir û got:

"Şeva borî dronek li herêmeke çol û vala li nêzîkî Hewlêrê ketiye xwarê."

“Hinek komên bi ser Heşdî Şebiyê ve êriş dikin”

Wezaretê her wiha amaje bi wê yekê jî da ku "Ev êrîş ji aliyê hinek komên bi ser Heşdî Şebiyê ve bi mebesta aloziyan tên encamdan."

Wezareta Karên Navxwe di dawiya daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Federal a Îraqê kir û got:

"Pêwîst e aliyên pêwendîdar ên di hikûmeta federal de sînorekî ji van karên têkderane re deynin û rêkarên yasayî li hemberî tawanbaran bidine ber xwe."

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye