Wezareta Edaletê li ser îdiaya hevdîtina ligel Ocalan daxuyanî da

.

Wezareta Edaletê ya Tirkiyê ragihand ku banên tesîs û avahiyên xizmetê yên ji alî Fermandariya Ewlehiya Giravê ya Cendirmeyên Îmraliyê dihatin bikaranîn di bahozên navbera 5-7ên Sibatê de zirar dîtin û ji bo tespîtkirina zirar û ziyanê û çakkirinê ekîbek hat erkdarkirin û şandin giravê.

Wezareta Edaletê ya Tirkiyê li ser îdiaya endamekî darazê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re şandine Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de sedema çûna ekîba teknîkê ya ku tê de endezyarên makîne û înşeatê jî cî digirtin hat parvekirin û hat gotin ku “ligel evqas rastiyan agahiyên derew belav dikin.”

Wezaretê der heqê daxwaz û wezîfedarkirinan de jî belgeyên hatine amadekirin parve kir.

Hat gotin ku ew ekîba çû giravê li devera girtî lê dimînin tu lêkolîn nekiriye û derbasî wî aliyî jî nebûne, bi tenê ciyê ji wan re hatiye gotin kontrol kirine.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’