Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em ji nêz ve rewşa Efrînê dişopînin

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, bikaranîna axa Sûriyê ji aliyê grûpên “terorîst û tundrew” ve cihê nîgeraniyê ye û ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li Washingtonê li ser Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê da û got, “Em ji nêzîk ve rewşa Efrînê dişopînin.”

Desteya Tehrîr el-Şam, baskê berê yê el-Qaîde ku her du jî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ne, nêzîkî du hefte berê êrîşek li dijî Efrînê dest pê kir da ku wê ji destên Feyleqa Sêyemîn ê Artêşa Nîştimanî ya Sûrî derxîne ku nêzîkî Tirkiyê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji peyamnêrê Rûdawê Roj Zale re anî ziman, “Bikaranîna axa Sûriyê ji aliyê komên terorîst û tundrew ve xema me hemûyan e.”

Ned Price bal kişand ser wê yekê ku Amerîka û hevkarên wê li navçeyê çavdêriya rewşê dikin û çendîn amrazên wan hene ku li dijî grûpan bi kar bînin.

Hefteya borî, Wezareta Derve ya Amerîkayê di e-mailekê de ji Rûdawê re teqez kiribû ku wan bang li Desteya Tehrîr El Şam kiriye ku “di zûtirîn dem de” ji Efrînê derkevin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle