Wezareta Derve ya Amerîkayê: Bûyera Cindirêsê nayê qebûlkirin

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li aliyên Sûriyê kir ku tundiya li dijî sivîlan rawestînin. Wezaretê herwiha bûyera êvara Newrozê ya li bajarokê Cindirêsa Efrînê jî şermezar kir û wek bûyerek ku “nayê qebûlkirin” bi nav kir.

Roja Înê 31-03-2023, rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji derbarê bûyera Cindirêsê de ku têde 4 welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di dema pêxistina agirê Newrozê û pîrobahiyên cejna Newrozê de hatin komkujkirin, ji Rûdawê re ragihand, “tundûtûjiya weke ya Cindirêsê ku di roja 20ê Adarê de me dît, nayê qebûlkirin.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Em bang li hemû aliyan (li Sûriyê) dikin ku tundûtûjiyên ku zirarê didin sivîlan rawestînin.”

Êvara roja 20ê Adara 2023an û di dema pêxistina agirê Newrozê de, çekdarên komeke çekdar li bajarokê Cindirêsa Efrînê gule berdabûn endamên malbateke Kurd û di encamê de 4 kes kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn.

Rayedarê Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî: “Me bi berdewamî ji hemû aktorên Sûriyê re tekezî li ser giringiya parastina agirbestê kiriye.”

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye