Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa li ser Kor Morê şermezar dike

.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller êrîşa li ser zeviya Kor Mor şermezar kir û tekezî li ser piştevaniya Amerîka bo parastina aramî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Berdevk Miller di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşê de got, “Amerîka bi tundî êrîşa li ser binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar dike. Êrîşên bi vî rengî binpêkirina serweriya Iraqê ye. Ji ber vê yekê em bang li rayedaran dikin ku derbarê êrîşkaran de lêkolînan bikin û bên darizandin.”

Matthew Miller di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka wê berdewam be li ser hevkarîkirina aliyên pêwendîdar ji bo ewlekarî, aramî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û hevxemiya xwe jî ji bo malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane xwest û ji birîndaran re şifaya lezgîn xwest.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye