Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser pirsa diyarkirin û wergirtina berhema genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo îsal, bi hikûmeta Iraqê re negihîştine ti rêkeftinekê.
Komîta Hevahengî û Teknîkî ya di Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, îro 15ê Nîsanê piştî civîna bi Wezareta Çandiniyê ya Iraqê re ya derbarê wergirtina berhema genimê îsal a cotkarên Herêma Kurdistanê, ragihand, ew bi hikûmeta Iraqê re negihîştine ti rêkeftinekê.
Komîteyê herwiha amaje bi wê kir ku Bexdayê biryar daye tenê 292 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê werbigire, lê Wezareta Çandiniyê ya Herêmê bi vê miqdara kêm razî nebûye.
Wezaretê tekez kir, ew mîqdara ku Bexdayê diyar kiriye, ti dadperwerî tê de nîn e û ne li gorî qebareya berhema cotkarên Kurdistanê ye. Herwiha Wezareta Çandiniyê bi tundî rexne li serederiya Bexdayê girt û ragihand: "Bexda bi çavekî wekhev li cotkarên Kurdistan û Iraqê nanêre û ev biryar cureyek ji zilmê ye ku li cotkarên Herêmê tê kirin."
Hat diyarkirin, tevî hewildanên Komîta Hevahengî û Teknîkî ya Herêmê ji bo gihîştina bi hevtêgehiştinekê li ser mafên darayî û bazarkirina genim, lê rijdtiya Bexdayê ya li ser wergirtina tenê 292 hezar tonan, danûstandin bê encam hîştine.
Ev kêşe di demekê de ye, cotkarên Herêma Kurdistanê salane li bendê ne ku hikûmeta Iraqê genimê wan wekî parêzgehên din ên Iraqê bikre. Lê belê salane ji aliyê hikûmeta Iraqê ve cudahiyeke mezin di navbera cotkarên Herêma Kurdistanê û Iraqê de di warê wergirtin û firotina berhemên wan de tê kirin.
Bi taybetî îsal li Herêma Kurdistanê ji ber barîna baranekî zêde û lêhatiya keşûhewayê, tê pêşbînîkirin ku berhema cotkaran li gorî salên borî zêdetir bibe, lê hikûmeta Iraqê ne amade ye mîqdara diyarkirî zêde bike. Ev yek dê bibe sedem ku cotkarên li Herêma Kurdistanê ziyanê bibînin û beşek ji berhema genimê xwe yê îsal di bazara reş de bi erzanî bifroşin.
(K24)