Weşanxaneyên Kurdî bo pêşengeha li Bedlîsê nehatine vexwendin

.

Weşanxaneyên Kurdî bo “Pêşengeha Pirtûkan a Bedlîsê a Yekemîn” nehatin vexwendin.

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, Weqfa Perwerde û Danasînê ya Bedlîsê (BETAV), Parêzgariya Bedlîsê, Şaredariya Bedlîsê û Zanîngeha Eren a Bedlîsê bi hevparî, “Pêşengeha Pirtûkan a Bedlîsê a Yekemîn” rêk xistin. Pêşengeh dê heta 29ê Gulanê berdewam bike.

Pêşangeh bi beşdariya gelek weşanxane û nivîskaran li Qada Cumhuriyetê birêve diçe, lê ji ber weşanxaneyên Kurdî nehatine vexwendin, rexne li amadekarên pêşengehê tê kirin.

Ji weşanxaneyên Kurdî tenê Nûbihar beşdarî pêşangehê bûye, ew jî ne ku hatiye vexwendin, bi xwe serî lê dane û beşdar bûne.

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik ji Rûdawê re ragihand ku ji bo beşdarbûna pêşangehê vexwendname bo wan nehatiye şandin.

Suleyman Çevik got: “Em bi rêya medyaya civakî û hinek nas û dostan ji pêşengeha Bedlîsê agahdar bûne. Paşê ji bo beşdariyê serî lê dane û daxwaza wan hatiye qebûlkirin. Lê  ji bilî Nûbiharê ti weşanxaneyeke Kurdî tine ye.

Çevik herwiha got, li Pêşengeha Pirtûkan a Bedlîsê eleqeyeke zêde ya xwîneran bo weşanên wan ên Kurdî hene.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN