Weşanxaneya Nayê bi hezar pirtûkan piştevaniya kampanyaya dersa Kurdî dike

.

Weşanxaneya Nayê, bi hezar pirtûkan piştevaniya kampanyaya dersa Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê didome dike.

Di çarçoveya kampanya hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî de, Weşanxaneya Na li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em wek weşanxaneya Nayê, hezar pirtûkan diyarî zarokan dikin. Ji bo ev kampanya bigîhîje armanca xwe, hûn jî dikarin pirtûkên zarokan ji ser malpera me bixwazin.”

Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî ji sala 2012an ve di nava pergala Wezareta Perwedê ya Tirkiyê de cih digire û ji bo polên 5, 6, 7 û 8an tê dayîn.

Îsal dema serlêdana waneya bijarte heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin û eleqeyeke gelek zêde bo waneya bijarte ya zimanê Kurdî heye.  <

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike