Weşangerên Kurd bertek nîşanî zextên polîsan dan

Di 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de polîsan dest danîn ser gelek pirtûkan. Yekitiya Weşangerên Kurd jî bertek nîşan dan.

Yekitiya Weşangerên Kurd têkildarî zext û tacîzên polîsan ên di 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya standa Weşanxaneya Aramê hate dayin ku polîsan dest danîbû ser 4 pirtûkên wan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Li gorî nûçeya MAyê xwediyê Weşanxaneya Aramê û Serokê Yekitiya Weşangerên Kurd Haki Botan diyar kir ku derbarê pirtûkên polîsan dest danîne ser de tu biryarên qedexeyê negihiştine ber destê weşanxaneyê û ev tişt anî ziman:

“Em van êrişan şermezar dikin û qebûl nakin. Pirtûka Nelson Mandela ya ku behsa aştiyê dike çawa dibe sûc?”

Boltan, wiha bi dawî kir: “Ev tiştên tên kirin, nîşaneya bêtehemûliya li dijî Kurdî ye. Êriş, li dijî Kurdî ye, li dijî çanda Kurdî ye û li dijî weşangeriya Kurdî ye.”

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê