Weşanên DOZê 4 berhemên nû çap kirin

.

Weşanên DOZê 4 berhemên nû çap û belav kirin ku 2 bi Kurdî û 2 jî bi Tirkî ne.

2 berhemên ku bi Kurdî hatine çapkirin bi navê “Otobûsa Kesk” û “Tebeşîra Zer” (Romana Efrînê) in.

Her du berhem jî ji pênûsa nivîskarê Kurd ê navdar Jan Dost in.

Mijara her du romanan girêdayî hev e û li Rojavayê Kurdistanê û Helebê derbas dibin.

Jan Dost bi van romanên xwe xwestiye trajediya malbeteke derxe pêş û nîşan bide bê ma şer çi aniye serê wan.

Engîn Olmez edîtoriya Otobûsa Kesk kiriye û Ferec Koyîstanî jî edîtoriya Tebeşîra Zer kiriye.

Her wiha Mem Al jî ji bo her du berheman berg hazir kiriye.

Du berhemên bi Tirkî

Li aliyê din, du berhemên ku bi Tirkî jî hatine çapkirin yek bi navê “Kurt Milliyetçiligi Uzerine Tezler (Tezên Li Ser Neteweperweriya Kurd) a Ercan Îlgîn e û ya din jî “30 Gun” (30 Roj) a Azad Sagniç e.

Piştî yekem xebata xwe ya li ser netewperweriyê (Milliyetçiliğe Yeni Bakış – Hîvda İletişim 2021) Îlgin dîsa li ser vê mijarê rawestiyaye û xwestiye vê mijarê bi berfirehî li ber çavê xwendevanên xwe raxe.

Nivîkskar û siyasetmedar Azad Sagniç jî bi romana xwe ya polîtîk a bi navê "30 Gun" silavek da xwendevanên xwe.

Sagniç bi vê romanê berê me dide salên 1980yî û hewl dide şkenceyên ku wan salan li girtîgehan li Kurdan dihate kirin derxe pêş.

Ji bo agahiyên zêdetir lînk:

Otobûsa Kesk

Tebeşîra Zer (Romana Efrînê)

30 Gun

Kurt Milliyetçiligi Uzerine Tezler

Bergên pirtûkan / Wêne: Weşanên DOZê

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin