Werzîşvaneke karatê ya Rojavayê Kurdistanê medaliya zêrîn wergirt

.

- Şêrîn Osman, keçeke bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, lîstikvana Karatê ye, gelek medalya li ser asta Sûriyê bi dest xistine, herî dawî jî li bajarê Laziqiyê bû şampyona Sûriyê û medalya zêrîn bi dest xist.

Tevî rewşa zehmet li Rojavaya Kurdistanê, gelek qehremanên behremend, di warê werzişî de derdikevin û li ser asta Sûriyê pileyên bilind digirin.

Yek ji wan qehremanan, keçeke Kurd e, ji bajarê Hesekê, navê wê Şêrîn Mişel Osman e, lîstikvana werzişa karatê ye.

Şêrîn Mişel Osman ji Rûdawê re ragihand ku, di gelek kêbirkiyan de beşdar bûye û hejmarek ji medalyayan wergirtine.

Qehremana karatê ji Hesekê Şêrîn Mişel Osman dibêje: “Ez  heta niha beşdarî gelek pêşbirkan bû me û min gelek xelat bidest xistine. Ez herî dawî di şampyona Laziqiyê de beşdar bûm û zêdetrî 1200 lîstikvan hebûn û lê min karî li ser asta Sûriyê bibe yekem.”

Dawîtirîn serkeftina Şêrîn, 29ê Cotmeha 2022yan bû, di kêbirkiyekê de, li ser asta Sûriyê, li bajarê Laziqiyê, pileya yekem derket û medalyaya zêrîn wergirt.

Rahênerê wê jî Rêzan Şêxo dibêje, wan ji bilî Şêrîn hejmareke lîstikvanên din jî biribûn Laziqiyê, wan ji bilî medalya Şêrînê ya zêrîn, 3 medalyayên zîv û 6 bronz bi dest xistin.

Şêrîn Mişel Osman sala 2003ê ji dayîk bûye, ligel malbata xwe, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, dijî û di çalakiyên xwe yên werzişî de berdewam e. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle