Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî salvegera damezirandina xwe pîroz dike!

.

Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî 14 salîya salvegera damezirandina xwe pîroz dike.

Ji bo bernameya salvegera damezirandina weqfê agahî li jêr in! 

Dîrok: 13.01.2024

Seet: 16.00

Cîh: İBV Teras Salonu, İstanbul

Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî (WÎB)

Li ser navê Dr. Îsmaîl Beşîkcî ku temenê xwe li ser xebatên Kurdî,  bi awayek azad vegotina fikarên rexneyî û ji bo parastina azadiyên akademîk feda kiriye, bi armanca vejandina têkoşîna wî, xebatên wî û rêbaza wî ya zanyarî di sala 2011an de hatiye avakirin.

Koleksîyona şexsî ya Mamoste Îsmaîl jî di nav de 12.000 pirtûk, 800 kovarên cuda û arşîva ku nêzî 3000 hejmarî ku ji 97 rojnameyên cuda pêk tên, bi navê pirtûkxaneya lêkolînê ya WÎBê ji xwînerên xwe re vekir. Şax û pirtûkxaneyeke weqfê li Amedê  ji sala 2014an û bi vir de xebatên xwe dimeşîne.

Weqf çer ku hatîye avakirin ji bo pêşketina azadîyên vegotinê û akademîk û ji bo bihêzkirina qada xebatên Kurdî dixebite, heta îroj ligel gelek panel, semîner, civîn, kargeh û akademîyan di sala 2013an de yekemîn konferansa xebatên Kurdî yên navneteweyî li dar xist.

Ligel hemû berhemên mamoste Beşîkcî weqf gelek berhemên qada xebatên Kurdî digihîne xwînerên xwe û ji 2017an vir ve bi heman kesan û lijneya xwe ya weşanê kovara ‘’Kürt  Tarihi’’ derdixe.

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe