Weqfa Barzanî alîkariyê da koçberên Çiyayê Şengalê

.

Weqfa Alîkariyê ya Barzanî alîkariyê da Kurdên Êzîdî yên ku mecbûr mane li Çiyayê Şengalê bijîn. Berpirsê baregeha weqfê Pîr Deyan ji bo BasNewsê weha gotiye:

“Bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî alîkarî hat birin ji bo Kurdên Êzîdî yên koçber ku niha li Çiyayê Şengalê dijîn. Me alîkariyê da gundên Serê Kaniyê, Kolka, Kerse û Milka. Me çend roj berê alîkariyê bir kampa Serdeşt ya Çiyayê Şengalê. Alîkariya ku me da her malekî, 50 kîlo ard û 40 lître petrola sipiye. Me alîkarî da 1.500 malbatî.

Li çiyayê Şengalê gelek berf bariya lewra koçber doza alîkariyê dikin. Me çawa berê alîkariya wan kir û em gihîştin hawara wan, em dîsa hatin hawara wan.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle