Wêneyên dîrokî yên Kurdan li Berlînê tên nîşandan

.

Susan Meiselas wênegireke belgefîlman a Amerîkî ye ku bi hin berhemên xwe yên hunerî yên wek Karnavala Amerîkî û bajarê şer Nîkaragua navdar e, di peşangeha xwe de cih daye wêneyên dîrokî yên Kurdan.

Susan Meiselas a 73 salî, li Berlînê pêşangeheke bi navê "Mediations" vekiriye û wêneyên Kurdan yên bi cil û bergên Kurdî jî nîşan dide û di hin wêneyan de Kurdên çek di destê wan de û kesên rizgarbûyî nîşan dide.

Susan Meiselas yekem car di sala 1991an de ji bo belgekirina Komkujiya Enfalê hatibû Herêma Kurdistanê. Komkujiya Enfalê ya ku navê wê ji sûreya heştemîn a Quranê hatiye wergirtin, bi destê Serokê berê yê Iraqê Seddam Husên hate encamdan ku nêzikî 182,000 Kurd canê xwe ji dest dan.

Susan Meiselas roja Înê got, “Wêne, parçeyên dîrokê ne. Dibe ku ew çîrokê bi tevahî venebêjin lê ew beşeke çîrokê ne."

Pêşangeha Susan Meiselas a bi navê "Mediations" ji 30ê Nîsanê heta 9ê Îlonê li galeriya C/O Berlînê dê berdewam dike.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû