Wêneyê Şêx Seîdê Pîran li Bursaya Tirkiyeyê jî hat daliqandin

.

Piştî helwetên nijadperestên Tirk ên li dijî rêberê Kurd Şêx Seîdê Pîran, ciwanên Kurd wêneyên mezin Şêx Seîd li gelek bajarên Bakurê Kurdisranê dadileqînin, vê carê jî li bajarekî Tirkiyeyê daliqandin.

Ji ber bêrêziya ku hem di qada siyasî û hem di qada civakî ya Tirkiyeyê de li dijî Şêx Seîdê Pîran hat kirin, gelê Kurd li her dera cîhanê bû yek deng û li navê Şêx Seîd û pêşengên Kurd xwedî derketin.

Piştî Diyarbekir û Êlihê, Şornexê, vê carê wêneyeke mezin a Şêx Seîd bi Kelaha Tophane ya bajarê Bursa yê Tirkiyeyê ve hat daliqandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê roja 6ê Berçile dîmenên xebatên Bulwara Şêx Seîd li tora xwe ya civakî parve kirin. Piştre alîyên komenîst û nîjadperest ên Tirkiyeyê bêrêzî li hember Şêx Seîd kirin.

Wek nerazîbûnekê li hember vê bêrêziyê, wêneyên Şêx Seîd bi cihên diyar û berçav ên bajaran ve tê daliqandin û ev helwest di nav ciwanên Kurd de wekî pêlekê belav dibe.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle