Welatperwerê Kurd Mehmûd Nêşite li ser gora xwe hat bibîranîn

.

Kedkarê zimanê kurdî,  kedkarê doza azadîya Kurdistanê Mehmûd Yoruk (Mehmûd Nêşîte)  ku par roja 09.11.2022anli Amedê jiyana xwe ji dest dabû îro li Amedê li ser gora xwe hat bibîranîn.  

Merasîma bibîranînê di saet 11.00 an de li Goristana Yenîkoyê ya Li Amedê dest pê kir. Malbata wî gelek rewşenbir, nivîskar, nûnerên sazîyên sivîl û siyasetmedar beşarî merasîmê bûn.  

Kesayetiyên wek M.Malmisanij, Haydar Dijen,  Seîd Veroj, Gencedin Öner, Dilawer Rezak di merasîmê de cih girtin. Şandeke ji Cîhgirê Serokê giştiyê PWKê Nurullah Timur, berdevkê partiyê Hanifi Turan, Endamê meclîsa partiyê yê berê Mustafa Kalpak û endamê PWKê Abdullah Polat pêk hat jî beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê Komeleya Farqînê Mehmet Çeliker û li ser navê Grûba Xebatê ya Vateyî M. Malmisanij axaftîn.

Şêx Mîzbeh Silîvî jî 2 helbest xwend. Di dawiyê de keça wî Yekbûn sipasiya beşdaran kir û bi xwendina dûayan merasîm bi dawî hat.

Rûpela Nû / Amed
09.11.2023

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle