Welatperwerê Kurd Mahmut Al ji aliyê malbatê û civata Kurd ve li axê hat spartin

.

Do, li Stockholmê, welatperwerê Kurd, siyasetmedarê naskirî Mahmût Al ji alî malbat, dost û nasên xwe ve bi merasîmeke sade li axê hat spartin.

Di merasîma cenazeyê de, malbat, dost û hevalên wî xatirê dawîn jê xwestin. Hevalên wî yê salên di dawiya 80yî û destpêka 90î siyasetê kiribûn, li ser kesayetiya Mahmût Al peyivîn û herweha qala bîranînên xwe yên hevpar kirin.

Mahmûd Al, 72 salî bû û li Swêregê hatibû dinyê. Mahmûd Al dermansaz bû yek ji kadirên pêşyên Kurd ên salên 702yî bû.

Hevalê Mahmûd mirovekî weletparêz û dozgerê tevgera rizgarîxwaziya neteweyî bû. Ew demek di nav T-KDP-KUKê de kar û xebata welatperwerî kir. Ji ber xebata xwe ya siyasî û rêxistinî, Di 1980ê de derket derveyî bakurê Kurdistanê. Ji sala 1983an vir ve, li Swêdê dijiya.

Mahmûd Al 02.03.2022 de ji ber nexweşîna pençeşerê jiyana xwe ji dest dabû.

Serê malbat, hezkirîyên wî û gelê Kurdistanê sax be..

Rûpela Nû/Swêd

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle