Welatiyên 53 welatan dikarin bê wergirtina vîzeyê serdana Herêma Kurdistanê bikin

.

Li dû rênimayeka Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, welatiyên 53 welatên cîhanê dikarin bê vîzeya pêşwext serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Li dû rênimayeka Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, welatiyên wan welatan tenê li balafirxaneyan an jî li deriyên sinorî yên Herêma Kurdistanê pasportên xwe pêşkêş dikin û vîzeya eliktironî werdigirin û tên nav Herêma kurdisatnê”.

Ew welat jî ev in; Amerîka, Brîtanya, Çîn, Rûsya, Awistiralya, Newzîlenda, Japon, Koreya Başûr, Kanada, Îmarat, Kwêt, Qeter, Tirkiye, Îran, Latviya, Lîtwanya, Loksemborg, Malta, Holanda, Norwêc, Polanda, Purtugal, Romanya, Silovakya, Silovînya, Spanya, Swêd, Swîsra, Awistirya, Belçîka, Berazîl, Bulgarya, Kirwatya, Qubris, Yewnan, Çîk, Danîmark, Îstonya, Finlanda, Fransa, Almanya, Hengarya, Albanya, Îrlenda, Ayslanda, Îtallya, Libnan, Vatîkan, Lîxniştayn, Siûdiye, Uman, Behrên, Urdin.

Li dû rênimayeka Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şertekê dî yê serdankirina welatiyên wan welatan ji bo Herêma Kurdistanê ew e ku, bi kêmî ve şeş meh mabin ku pasportên wan bi ser ve biçin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 22.02.2023ê portala yekê ya vîzeya eliktironî ya Herêma Kurdistanê ragehand, ku pareka karnameya hikûmetê di warê dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî de ye.

K24

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ