Welatiyekî Urmiyê bi gumana ku kolber e hat kuştin

.

Welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê, li navçeyên sînorî yên bajarê Urmiyê bi teqeya rasterat ya hêzên Îranê hate kuştin, kesek birîndar bû, du kesên din jî hatine girtin.

Welatiyê Kurd ê bi navê Eynî Qadirnejad ê xelkê Gundê Çiryawayê yê ser bi navçeya Mirgewer li Urmiyê bi gomana ku kolber e, hêzên Îranê li sînorê Gader teqe lê kirine û canê xwe ji dest da.

Di heman bûyerê de kesekî din bi navê Mihemed Letîf Xalidî yê 51 salî jî birîndar bûye. Herwiha du kesên din ku xelkê heman gundî ne ji aliyê Îranê ve hatine girtin.

Cenazeyê Eynî Qadirnejad bo Tipa Dadê ya bajarê Nexedê hatiye veguhestin.

Li gorî rapora navenda lêkolînan a Parlementoya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 70 heta 100 hezar kolberan hene û di dema salekê de bi buhaya yek heta 3 milyar dolaran kelûpelan hawirde dikin.

Şêniyên navçeyên sînorî û herwiha hin kesên dûrî sînoran ên navçeyên Kirmaşan, Sine û Urmiyê jî bo dabînkirina debara jiyana xwe kolberiyê dikin. 

Li gorî raporên xwecihî, di sala 2022ê de 39 kolber hatine kuştin û 195 kolberên din jî birîndar bûne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ