Welatên ereban bang li Beşar Esed dikin ku ji Sûriyê derkeve

.

Jêderekî ewlekarî ji rojnameya “Wall Street Journal” re ragihand, berpirsên Misir û Urdinî bang li Serokê Sûriyeyê Beşar Esed kirine ku ji welatê xwe derkeve û ji bo rizgarkirina wî welatî hikûmeteke demkî bê avakirin. 

Li gorî rojnameya “Wall Street Journal”, berpirsên ewlekarî yên Sûriye û welatên ereban gotin jî, Beşar Esed ji Tirkiyeyê xwestiye ku destêwerdanê bike, ji bo rawestandina operasyonên leşkerî.

Li gor gotina wan berpirsan, Esed hewl daye ji welatên Erebî alîkariyên çek û hewalgiriyê werbigire, lê daxwaza wî hatiye redkirin.

Malpera “Bloomberg” a Amerîkî li ser zarê jêderekî nêzîkî Kremlînê piştrast kir, ti planeke Rûsyayê ji bo rizgarkirina Beşar Esed nîne. Ev jî li hember leza kontrolkirina bajaran ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyeyê ve.

Ev yek di demekê de ye, Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê ji welatiyên Rûsyayê xwest ku ji ber xirabiya rewşê, ji wî welatî derkevin. Balyozaneyê di daxuyaniyekê de got jî, ew ê wek her carê, di karên xwe de berdewam be.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle